Asayîş: Yekîneyên HAT’ê 2 çete li Reqayê girtin

Hêzên Asayîşê raghand ku Hêzên Taybet ên HAT’ê li Reqayê operasyonekê taybet li dijî Şaneyek DAIŞ’ê pêk anî.

Ev operasiyon pêr bi piştevaniya çavdêriya asmanî ya hevpeymaniya navdewletî li devera Meyselûnê hate pêk anîn..

Tê de hêzên taybet 2 çete girtin .

Ev çete jî girêdayî girûpa çeteyan ya ku di 26’ê Kanûnê de êrîşî navenda Asayîşê li Reqayê kiribûn ..

Li cihê herdû çeteyan lêgerîn hat kirin ..

Belgeyên di destê wan de hatin desteserkirin.

Asayîşê eşekre kir ku Operasyonên taybet ên hevbeş ya Hêzên Asayîşê û Hevpeymaniya Navdewletî dê berdewam bin..

Back to top button