91 rojin agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed nayê girtin

Ev 3 meh in tu kes tiştekî li ser rojnamevan Silêman Ehmed nizane.
Tişta diyar ew e ku ji hêla hêzên PDK’ê ve hatiye revandin.

Rojnamevan ajansa Rojnews’ê Silêman Ehmed ku ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin, 91 rojin agahî nayê girtin.

Roj bi roj guman û fikarên li ser jiyana Silêman Ehmed zêde dibin.

PDK rê nade ne parêzer ne jî malbat kesek hevdîtinê li gel bike.

Ajansa Rojnewsê, tometbariyên nerast yên Asayîşa Duhokê ya PDK’ê bi tundî şermezar dikin û daxwaz dikin ku aqûbeta Silêman Ehmed zûtir were berdan.

Yek ji parêzerên Silêman Ehmed, Nerîman Ehmed diyar kir ku Ji dema revandina Silêman Ehmed ve, me hewl da ku em wî bibînin û dosyeya wî bixwînin.

Di dawiyê de Nerîman Ehmed dazanîn ku piştî ku em hatin astengkirin, me serdana dadwerê asayîşa Duhokê kir da ku daxwaza dîtina Silêman Ehmed bikin û hemû rêkarên yasayî cîbicî bikin û bikin bi wekalet.

Her wiha tîma parêzeran ji bo hevdîtina Silêman Ehmed serî li dadwer dan.

PDK’ê 90 rojin Silêman Ehmed serwinda kiriye

Back to top button