Kovara YPJ Star bi hejmara 89`an derket pêş xwîneran

Kovara YPJ STAR a hejmara 89. ya Gulana 2023 bi çar serenavên sereke derket, ew jî ev in: ‘Em ê bi bîranînên şehîdan ve girêdayî bin’ , Sozdariya Gulîsora’, ‘Mirov bi kedê dibe hebûn’ û ‘Etîk û Estetîk’.

Her wiha nirxandinên Rêber Abdullah Ocalana ên der barê şehîdan de, gotarek li ser şehîdên meha Gulanê, jiyana yekemîn jina ku bûye pîlot Amelia Mary Earhart, lehengên jin ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bîranînên şervanên jin cih girtin.

Li kêleka wan hin rûpelên kovarê ji bo lêkolînên li ser çanda leşkerî, têgînên leşkerî, jineolojî, tenduristî û gelek mijarên cihêreng hatine veqetandin.

Kovara YPJ STAR kovareke siyasî, bîrdozî û leşkerî ya mehane ye û ji aliyê Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ve tê amadekirin.

Yekemîn hejmara kovarê di Çileya 2016`an de derket û bi zimanên erebî û kurdî li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê weşanê dike.

Kovara YPJ STAR di sala 2022’yan de li ser malpera fermî ya YPJ`ê jî dest bi weşana Online kir.

Back to top button