Aloziya navbera Çîn û Taywanê zêde dibe

Di navbera Çîn û Taywanê de aloziya heyî careke din gur bûye.
Di nava 24 saetên derbasbûy îde, 39 balafirên û keştiyên şer yên Çînê derbasî herêma parastinê yên Taywanê bûn.
Taywanê ragihand ku wan jî weke bersiva bo Çînê, balafirên xwe yên şer rakirine.

Wezareta Parastinê ya Taywanê ragihand ku artêşa Çînê di nava 24 saetên dawî de bi 39 balafir û 3 keştiyên şer herêma parastinê ya Taywanê binpê kiriye.

Çînê bi balafir û keştiyên şer sînorê tengava Taywanê derbas kir

Di daxuyaniya wezaretê de hat ragihandin ku hêmanên mijara gotinê doh di navbera saet 06:00ê siharê heta îro heman saetê pêkhatine.

Wezaretê diyar kir ku ev keştî û balafir derbasî herêma Tengava Taywanê ya weke sînorê herdû welatan tê dîtin bûne.

Hêzên hewayî yên Taywanê ji bo armancên hişyariyê rabû.

Di têkiliyên Taywan-Çîn de, xeta “sînorê navîn” tê wateya xeta xeyalî ya ku Tengava Taywanê di navîn de dabeş dike.

Pekîna ku Taywanê di çarçoveya polîtîkaya “Çîna Yek” de weke xaka xwe dibîne, vê xetê nas nake.

Li gor agahiya ku Taywanê bi raya giştî re parve kir di nava balafiran de,

21 balafirên şer ên bi tîpa J-16,

4 bomberdûmanên H-6 û 2 balafirên hişyariyê yên pêşwext li qada hewayî ya li nêzî herêma başûrrojhilatê giravê firiyan e.

Taywanê diyar kir ku ew bi pergalên parastina bejayî û keştiyên deryayî tevgerên Çînê dişopînin.

Piştî serdana Pelosi tetbîqatên Çîn ê

Piştî Seroka Meclisa Nûneran a Amerîka Nancy Pelosi tevî hişyariyên tund ên Pekînê serdana Taywanê kir, artêşa Çînê Tebaxê de tetbîqatek mezin li herêmê pêk anî.

Ev yek bû sedema fikar û bertekên tund ên welatên rojava û Koşka Spî.

Heta wê demê Koşka Spî gazî balyozê Çînê li Washingtonê kir.

Berî niha Serokê Amerîkayê Joe Biden gotibû, eger Çîn êrişî Taywanê bike, Amerîka wê destwerdana leşkerî bike.

Îro li Taywanê hikûmeteke bi awayekî demokratîk hilbijartî li ser kar e.

Aloziya navbera Taywan û Çînê ji 1949’an ya serdema Serokatiya Mao Zedong ve dewam dike.

Taywan ji hêla Pekînê ve wekî beşek ji axa Çînê tê hesibandin.

Lê Taywan ya nifûsa xwe 23 mîlyon e, xwe wekî pêkhateyek serbixwe dibîne.

Heta niha tenê 14 dewlet serxwebûna Taywanê nas kirine.

Tevî Amerîka û Ewropa Taywanê weke serbixwe nas nakin jî lê di warê bazirganiyê de têkliyek xwe ya xurt pêre heye.

Back to top button