Mûrat Karayilan: Dewleta Tirk li dijî Kurdan şerekî mezin daye destpêkiri

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan bersiva pirsên KNN Tv ên derbarê mijarên di rojeva kurd an de da. Karayilan balkişand ser têkçûna dewleta Tirk li qadên parastinê yên Medya û got, Wê teqez êrişî Rojava jî bike.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan bersiva pirsên KNN Tv ên derbarê mijarên di rojeva kurd an de da..

Mûrat Karayilan di nava pirsên li ser şerê li qadên parastina Medya û armancên dewleta Tirk ji êrişan ev bersiv da:

“Piştî şerê li dijî DAÎŞ’ê li Rojhilata Navîn Kurd derketin pêş, dewleta Tirk tirsiya ku kurd bibin xwedî statû.

Ji bo pêşî li vê yekê bigre, konsepta Osmanîya nû anî rojevê.

Ji sala 2016’an ve li dijî Kurdan şerekî mezin daye destpêkirin.”

Karayilan balkişand ser planên dewleta Tirk ên dagirkirina Başûrê Kurdistanê û got:

Dewleta Tirk bi taybet cihê em lê ne, dixwaze temamê Başûrê Kurdistanê dagir bike.

Ku derê dagir dike, wê derê bi xwe girêdide û li wir mayînde dibe. Ev dagirkeriyeke mezin e.

Me tedbîra vê yekê girt û bi kedeke mezin tunelên şer ava kirin.

Dema dewleta Tirk hat û ev rewş dît, matmayî û li qadê asê ma.”

Karayilan: Ji bo lêkolîna çekên kîmyewî me bang li raya giştî kir

Karayilan qala êriş û sûcên dewleta Tirk yên bi çekên kîmyê û qedexe jî kir û ev yek anî ziman:

“Ji ber ku arteşa Tirk newêrin têkevin tunelan, dixwazin bi çekên kîmyewî encamê bigrin.

Me derbarê bikaranîna çekên kîmyewî, rasterast serî li cihekî neda, lê me bang li raya giştî kir.

Dîmenên hevalan, delîl û belgeyan îspat kir ku çekên kîmyewî hatine bikaranîn.

Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) dibêje bila dewlet serî li çekên kîmyewî bide, serlêdanên şexsî qebûl nake.

Serlêdana Hikûmeta Başûrê Kurdistanê jî tê qebûlkirin lê hikûmet serlêdanê nake.”

Mûrat Karayilan: Dewleta Tirk teqez wê êrişî Rojava bike

Têkildarî êrişên dewleta Tirk yên li dijî gerîla û Kurdan Karayilan di çarçoveya hilbijartinan de nirxand û û îşaret bi êrişên li dijî Rojava kir û got: “Erdogan baş dizane; Ger bê şer biçe hilbijartinê bi ser nakeve.

Ew ê li dijî Kurdan şer bimeşîne û bibêje ez bi ser ketim.

Pêşî ev hesab bi Başûrê Kurdistanê re kir, lê bi ser neket;

Vê carê bi êrişên li ser Rojava dixwaze serkeftina xwe bide nîşandan û desthilata xwe mayînde bike.

Ev hikûmet dixwaze li ser tinekirina Kurdan xwe ava bike. ”

Back to top button