Mûrat Karayilan: Hêzên Iraqê dagirkerên welatê xwe diparêzin

Mûrat Karayilan di hevpeyvîna xwe de helwesta Iraqê, û Hikumeta Başûrê Kurdistanê ya li dijî dagirkeriyê jî nirxand û got: Dewleta Tirk axa başûr dagir kiriye û ji bo dawî li dagirkeriyê were, pêwistî bi têkoşîneke leşkerî û siyasî ya xurt heye.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan di hevpeyvîna ku KNN Tv pêre kiribû, helwesta Iraqê, partiyên siyasî yên li başûrê Kurdistanê û Hikûmetê li dijî êrişên Tirkiyê jî nirxand.

Di destpêka nirxandina xwe de Mûrat Karayilan bal kişande ser bicihkirina hêzên Iraqê ya li ser sînor û got:

“Dewleta Tirk hatiye axa wan dagir kiriye, lê ew dewleta Tirk diparêzin.

Ev Hêzên Parêzvanên Sînor ên Iraqê, ji bo ewlekariya leşkerên dewleta Tirk li hinek deran bi cih bûne.

Sînor naparêzin. Kesên ku welatê wan dagir dikin diparêzin. ”

Karayilan balkişand ser mijara parastina sînro û wiha got: Dewleta tirk li hinek herêman 30 kîlometre ketiye nav axa Kurdistanê.

Haya Hikûmeta Herêma Kurdistanê jê heye lê ew jî dixwazin vê rewşê veşêrin. ”

Mûrat Karayilan: şerê PKK’ê şerê parastina axa Kurdistanê ye

Mûrat Karayilan destnîşan kir ku hêcetên Tirkiyê ên dibêjin PKK sînorê Iraqê derbas dike û êrîşî me dike ne rast e û got:

Dewleta Tirk dixwaze Başûr dagir bike û PKK şerê parastina axa Kurdistanê dike.

Ji bo ku dewleta Tirk ji van deran derkeve, pêwîst e têkoşîneke pir mezin a leşkerî û siyasî were meşandin.

Ji ber wê jî ger sînor bê girtin, em ne li dijî wê ne.”

Mûrat Karayilan: Dewleta Tirk dixwaze Başûr tevahî dagir bike

Di dewamê de Mûrat Karayilan têkildarî helwesta partiyên siyasî yên li Başûr jî ev tişt got:

Li Başûr gelek partî û rêxistinên siyasî hene.

Her tişt ne PDK û YNK ye, lê ev hêz di vê pêvajoyê de zêde ne çalak in.

Li Kurdistanê şerekî mezin heye û dewleta Tirk Başûr dagir dike, li Kerkûk û li Mûsilê xwe birêxistin dike.

Mûrat Karayilan: Li hember dagirkeriyê pêwistî bi yekîtiyê heye

Li hemberî vê jî divê ev hêz bêdeng nemînin, çalak bin.

Divê di vê mijarê de tenê li hêviya hikûmetê nemînin.”

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan dawî bang li hemû tevger û partiyên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê kir û got: “Di vê pêvajoyê de pêdiviya me bi yekîtiya neteweyî heye.”

Back to top button