HPG’ê nasnameya 3 gerîlayên li Metînayê şehîd bûne eşkere kir

HPG’ê nasnameya 3 gerîlayên li Metînayê şehîd bûne eşkere kir û got:
Hevrêyên qehreman ên ku her kêliya xwe dan azadiya gelê me, wê her tim di têkoşîna me ya azadiyê de bên bîranîn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî 3 gerîlayên li Metîna şehîd bûne daxuyanî da

HPG’ê diyar kir êrişên dewleta Tirk a dagirker ku hemû hêza xwe seferber kiriye bi têkoşîna fedaî ya gerîlayên azadiya Kurdistanê, tên pûçkirin û got:

Hevrêyên me Viyan, Serhildan û Ferhat ku pêşengên vê berxwedana destanî bûn, gihiştin şehadetê û navê xwe di dîroka azadiya gelê me de bi cih kirin.

Li ser kesayet û tekoşîna her sê hevreyên şehîd bûne HPG’ê di daxuyaniya xwe de ev tişt got:

Hevrêya me Viyan a 6 salan li qada Rojava bi lez û bez têkoşiya, di sala 2019’an de hem ji bo li dijî dewleta Tirk a dagirker bi awayekî bi bandor şer bike û xeyalê xwe pêk bine berê xwe da çiyayên azad.

Hevrêya me bi helwesta xwe ya milîtantiyê bû yek ji gerîlayek pêşeng ê YJA Starê.

Hevrêyê me Serhildan jî, li dijî êrişên Çeteyên DAÎŞ’ê û êrişên dijmin ên li dijî gelê Silopiya û Cizîrê di wê baweriyê de bû ku divê tola zarokên Kurd divê bê.

Lewra dizanibû ku ev jî bi tevlîbûna nava refên gerîla pêkan e.

Her wiha hevrê Ferhat jî ku di encama lêhûrbûn û lêgerîna rêbaza têkoşîna azadiyê de beşdarî nava refên gerîla bû, bawer kir ku teqez bêyî têkoşîna çekdarî ti bijarteke din azadiya gelê me pêk nayîne.

HPG’ê diyar kir ev hevrêyên qehreman ên ku her kêliya xwe dan azadiya gelê me, wê her tim bên bîranîn û got:

“Em careke din soza xwe dubare dikin ku em ê li ser şopa xeyalên wan bin.”

Di dawiyê de HPG’ê ji malbatên her sê şehîdan û hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxî xwest.

Nasnav: Viyan Mêrdîn
Nav û paşnav: Leyla Elçîoglû
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Navê Dê : Emîne
Navê Bav: Seyfettîn
Dîrok û cihê şehadetê: 1’ê Tîrmeha 2023’an / Metîna

Nasnav: Serhildan Têkoşer
Nav û paşnav: Mûrat Akyol
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Navê Dê : Besna
Navê Bav: Sefer
Dîrok û cihê şehadetê: 19’ê Hezîrana 2023’an / Metîna

Nasnav: Ferhat Bane
Nav û paşnav: Behrûz Ubeydî
Cihê jidayikbûnê: Bane
Navê Dê : Zêrîn
Navê Bav: Abdullah
Dîrok û cihê şehadetê: 25’ê Hezîrana 2023’an / Metîna

Back to top button