Pentagon: Em ê li Sûriye û Iraqê bimînin

Serokê Fermandariya Navendî ya Pentagonê Kenneth Mackenzie, ji bo rêgirtina li pêşiya serdestiya Îranê li Iraq û Sûriyê destnîşan kir ku hêzên Amerîka û NATOyê wê li herdu welatan bimînin.

Li gorî Rojnameya The New York Times, fermandarê leşkerî yê Amerîkayê Kenneth Mackenzie duh diyar kir ku jimara hêzên Amerîkayê li Iraq û Sûriyê wê di çend mehên bê de kêm bibin, lê biryara vekişînê hîna pêk nehatiye.

Mackenzie got:

“5 hezar û 200 leşkerên me li Iraqê ne da alîkariyê di şerê li dijî DAIŞê de bikin û hêzên Iraqî perwerde bikin.”

Mackenzie destnîşan kir jî ku wê hêzên Amerîka û yên NATOyê, heya dirêj ji bo şerê li dijî DAIŞ’ê û rawestandina desthilata Îranê li Iraqê bimînin..

Lê eşkere nekir ku heta kengî wê bimînin.

Li aliyekî din, rayedarine din ên Amerîkî gotin, dibe ku hejmara hêzên Amerîkî heta 3 hezar û 300 leşkeran were kêmkirin.

Back to top button