KCK: Divê hikûmeta Başûr li dijî îrîşên dewleta Tirk helwestê nîşan bide

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê bang li hikûmeta Başûrê Kurdistan kir ku li dijî êrîşên dewleta Tirk xwedî helwest be. 

KCK’ê têkildarî êrişa hewayî ya dewleta Tirk a 11’ê Tebaxê ya li herêma Bradostê daxuyaniyek weşand.

KCK’ê got:

“Dewleta Tirk bi zanebûn seyareya hêzênparastina sînor ên Iraqê kir armanc û di encam de 2 fermandarên Artêşa Iraqê jiyana xwe ji dest dan.

Eşkere bû ku her du fermandar kurdin û endamên eşîra Bradostê ne.

Derveyê hikûmeta başûr her kes li dijî vê êrîşê rabû bi tundî şermezar kirin.

Hikûmeta Başûr dewsa ku hêzêndagirker şermezar bike daxuyaniyek welê da ku ev êriş rewa nîşan da.

Em vê helwestê red dikin û dibêjin ti eleqeya vê yekê bi welatparêziyê re nîne.”

KCK’ê dazanîn ku ev êrîş li dijî gelê kurd û destketiyên li her parçeyî îlana şer e.

KCK’ê bang li hikumeta Başûrê Kurdistanê kir ku li şûna ku bangê bike ku gerîla ji xaka Başûrê Kurdistanê derkeve,divê li dijî kuştina kurdan derkeve, li kêleka hêzên kurd li dijî dewleta Tirk derkeve û helwestê nîşan bide.

 

Back to top button