Nûnera Amerîkî ya li gel NY Kelly Craft proje-qanûna dirêjkirina qedexekirina çekan a li ser Îranê, radestî Konseya Ewlekariyê kir û hişyariya rakirina qedexeyê da.
Kelly anî zimên ku nedirêjkirina qedexeyê, wê aştî û ewlehiya navneteweyî birûxîne û dirêjkirina wê, heya Konseya Ewlekariyê biryarê bide, wê di pratîkê de be.
Kelly Craft got:
“Ev yek, bo parastina aştî û ewlehiya navneteweyî pêwîstiyek e.”
Berî niha, Meclisa Hevkariya Kendavê ya Welatên Ereb doza dirêjkirina qedexeyê kiribû, lê Qeter vê yekê napejirîne û piştgiriyê dide Îranê.
Tê zanîn, Îran piştî lihevkirina nuklerî ya 2015’an, ji kirîn û firotina çekan qedexekirî ye. 18 Comeha vê salê jî, ev qedexe bi dawî dibe.