30 Kamyonên alîkariyê di deriyê Tayiha re derbas bûn

Piştî 21 rojan ji astengkirina alîkariyan ji aliyê hikumeta Şamê ve, îro 30 kamyonên alîkariyên mirovî ji herêmên Rêveberiya Xweser, di deriyê Tayihe re derbas bûn û ber bi Heleb û Şehbayê ve birê ketin. Lê hat ragihandin ku li ser bendeke kontrolê, Hêzên hikûmeta Şamê dest danîn ser alîkariyan û baç li ajokarên tankarên alîkariyê ferz kir.

Alîkariya mirovî ya ku ji Silêmaniyê ji bo mexdûrên erdhejê hatî şandin piştî 21 rojan ber bi Heleb û Şehbayê ve bi rê ketin.

Rêvberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê spasiya şêniyên Silêmaniyê kir û got: “Ev yek ruhê mirovahiyê û hesta berpirsyariyê ya gelê me yê Silêmaniyê nîşan dide.

Rêveberiya Xweser diyar kir ku alîkarî 6’ê Adarê hatbûn şandin û 7’ê Adarê jî ber bi dergehê Tayha ve birê ketin.

Rêveberiya Xweser da zanîn ku tevî bangan jî, ji wê demê ve hikûmeta Şamê derbaskirina alîkariyan asteng dikir.

Piştî gelek hewldanan, îro alîkarî ber bi herêmên wêranbûyî bi rê ketin.

Back to top button