Li Dihê peyama ‘Em ê îktîdarê têk bibin’ hate dayîn

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê Partiya Çepên Kesk bi coşeke mezin buroyên hilbijartinan vedikin.
Di dema vekirina buroyan de gelek peyam derketin.
Ji wan, Mifteya aştiyê, kilîta çareseriyê di destê kurdan de ye.

Hilbijartinên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê nêz dibin.

Ji bo vê ev çend rojin Pariya Çepên Kesk mal bi mal, kolan bi kolan û bajar bi bajar digerin.

Karwanê hilbijartinê yê Partiytê bi coşeke mezin tên pêşwazî kirin.

Karwanê tora Hilbijartinê ya Partiya Çepên Kesk li Şirnexê bû.

Buroya xwe ya hilbijartinê bi coşeke mezin vekir.

Partiya Çepên Kesk tûra hilbijartinê ya li herêma Botanê li Sêrtê jî didomîne.

Şande, li navçeya Dihê tevlî vekirina bûroya hilbijartinê bû.

Di axaftinên ku hate kirin de peyama ‘Em ê îktîdarê têk bibin hate dayîn’

Partiya Çepên Kesk li navçeya Wêranşar a Rihayê jî bi tevlibûna hezaran kesan bûroya hilbijartinê vekir.

Buroya hilbijartinê li  Colemêrgin wir jî hat vekirin.

Bi hezaran kesî namzetên xwe hembêz kirin.

Li Mêrsînê jî bi vî rengî buroya hilbijartinê hat vekirin.

Partiya Çepên Kesk li Qereyaziyê ye: Dem dema hesabpirsîna ji îktîdarê ye

Tûra hilbijartinê ya Partiya Çepên Kesk a li bajarên Serhedê di roja 3’yan de dewam dike.

Şande îro li navçeya Qereyazi ya Erziromê bi girseyî hate pêşwazîkirin û bi gel re hatin ba hev.

Namzetê parlamenteriyê yê Mûşê Sezaî Temellî li vir axivî û anî ziman em ê di 14’ê Gulanê de vê îktîdara faşîst hilweşînin.

Piştre Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir jî axivî û got:

“Em ê di 14’ê Gulanê de ji zilma AKP-MHP’ê rizgar bibin û govenda serkeftinê bi hev re bigerînin.”

Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar jî diyar kir ev hilbijartin, hilbijartina hesabpirsîna ji îktîdarê ye.

Piştî axaftinan jî bûroya hilbijatinê bi coş hate vekirin.

Tûra hilbijartinê ya Partiya Çepên Kesk a Egeyê di roja 3’yan de ye

Partiya Çepên Kesk li herêma Egeyê starta xebatên hilbijartinê dabû destpêkirin.

Piştî Denîzlî, Aydin û Mûglayê, tûra hilbijartinê niha jî li Îzmîrê didome.

Partiya Çepên Kesk li Taxa Lîmontepe ya Karabaglarê bûroya hilbijartinê vekir.

Back to top button