Tora Çalakvanên Efrîn bi dîmenkî belge kir ku dewleta Tirk ji bo avakirina mêtingeheke nû li gundê Şadiyê erdê dikolin û rast dikin.
Tora Çalakvanên Efrînê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya Rêxistinên Ixwanî li navçeya Şêrewa ya Efrîna dagirkirî mêtingeh nû ava dike..
Mêtingeh li ser erdê di navbera gundê Şadiye û Îasa yên girêdayî navçeyê tê avakirin.
Hat ragihandin makîneyên zirxî ji bo avakirina metîngehê dest bi kolandin û rastkirina erd kirine.
Tê gotin ku wê di metingehê de hezar û 500 mal bên avakirin.
Çete 4 hektar erd yê girekî dîrokî li Cindirêsê kolandine
Li aliyekî din jî kolandina cihên dîrokî li ser destê çeteyan ê diziya şûnewarên wê didome.
Tora Çalakvanên Efrînê diyar kir ku çeteyan girek girêdayî Cindirêsê kolandin.
Torê da zanîn ku zêdetirî 4 hektar erd hatiye kolandin û hemû darên li ser gir hatine birîn.
Ev kiryarên ku zagonên navnetewî û mirovî bin pê dikin li ber çavên tevahî Cîhanê pêk tên, lê tu kes deng ji xwe nayne.