Jinên herêma Cizîrê piştgirî dan Partiya Çepên Kesk

Bi nêzîbkbûna hilbijartinan re piştgiriya bi namzetên Partiya Çepêk Kesk re jî zêde dibe. Kongra STAR di bin dirûşmeya ‘Qirkirina Siyasî Sûc e, Dengê Xwe Bidin Jinan’ çalakiyek piştgiriyê bi Partiya Çepên Kesk re lidar xist.

Çalakî li qada Yarîgeha Heysem Keco ya li Qamişloyê hate lidarxistin.

Gelek jin, endamên saziyên sivîl û leşkerî beşdarî çalakiyê bûn.

Jinan di çalakiyê de pankartên ′Her tişt ji bo Azadiyê′ û ′Silav ji Kooordînasyona Jinan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Cizîrê′ û ala Partiya Çepên Kesk hildan.

Di çalakiyê de gelek axaftin hatin kirin û hate gotin:

“Em piştgiriya xwe bi Partiya Çepên Kesk re ku ji bo azadiya jin û ciwanan tê dikoşe, nîşan didin.

Hebûna Partiya Kesk û tevgera jinan di hilbijartinên li dijî Erdogan de serkeftin bi xwe ye.”

Back to top button