Hêzên Sûriyeya Demokratîk QSD li rojhilatê Dêrazorê, şaneyeke çeteyên DAIŞ’ê bê bandor kir.
Navenda Ragaihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) derbarê operasyonê daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de hat gotin:
“Di çarçoveya şopandina şaneyên rêxistina DAIŞ`ê û rêzeoperasyonên me yên li dijî wan de,
yekîneyên me yên taybet bi piştgiriya Koalîsyona Navneteweyî, duh li rojhilatê Dêrazorê li dijî
şaneyeke nû ya DAIŞ`ê operasyonek li dar xist.”
Li gorî daxuyaniyê, operasyon li bajarokê El Bisêra pêk hat ku yekîneyan endamekî şaneyê dorpêç kir û piştre çete xwe radest kir.
Her wiha piştî kontrolkirina mala ku çete lê bû, yekîneyan hin alavên teknîkî û belge desteser kirin.
QSD: Li rojhilatê Hesekê 2 çeteyên şaneyên DAIŞ`ê hatin girtin