Evîn Paşo: Peymana li dijî Şengaliyan ne rawa ye

Berdevka Koordînasyona Kongra Star a Kantona Hesekê, Evîn Paşo diyar kir ku hêzên ku şêniyên Şengalê di pencên DAIŞ’ê de hiştin, ne ji mafê wê ye ku serweriya xwe ser bide sepandin. Evîn bang li hikûmeta Başûrê Kurdistanê jî kir ku bi rêzdarî nêzî xweseriya civaka Êzdî ya li Şengalê bibe. 

Piştî rizgarkirina Şengalê ji çeteyên DAIŞ’ê 13’yê Mijdara 2015’an, civaka Êzdî Rêveberiya Xweser û hêzên xwe yên leşkerî ji bo parastin û rêvebirina herêmê ava kir.

Lê belê hikûmeta Îraqê 9’ê Cotmeha 2020’an, li gel hikûmeta Hewlêrê peymanek îmze kir û 10 hezar leşkerên Îraqê derbasî Şengalê bûn.

Têkildarî mijarê Berdevka Koordînasyona Kongra Star a Kantona Hesekê Evîn Paşo nirxandin kir.

Evîn plan û êrîşên li ser Şengalê şermezar kir û diyar kir ku hêzên ku şêniyên Şengalê di pençin DAIŞ’ê de hiştin, ne ji mafê wê ye ku serweriya xwe ser bide sepandin.

Evîn Paşo: Peyman dewamya planên dagirkeriyê ye

Evin Paşo peyman li dijî Şengalê weke berdewamiya planên dagirkeriyê dibîne.

Li gorî wê jî divê gelê kurd rê nedin şerê birakujiyê.

Evîn Paşo: Bila ji xweseriya Şengalê re rêzdar bin

Berdevka Koordînasyona Kongra Star a Kantona Hesekê Evîn Paşo bang li hikûmeta Başûrê Kurdistanê kir ku bi rêzdarî nêzî xweseriya civaka Êzdî ya li Şengalê bibe.

Back to top button