Feleknaz Uca: Em naxwazin tu hêzeke Kurd xizmeta dijmin bike

Parlementera HDP’ê ya Êlîhê Feleknas Uca bal kişand ser rageşiya li Başûrê Kurdistanê û got: “Armanca dijmin aşkere ye, lê pêwist e ku em pêşî li vê armancê bigirin. Em naxwazin tu hêzek kurdan xizmeta dijmin bike.FILM

Bertekên li dijî lihivkirina li ser dagirkirina Şengalê didomin.

Gelek sazî û dezgehên kurdan jî ji bo pêkanîna yekitiya neteweyî bang dikin.

Di rojên borî de di pêşengiya (DBP) û bi tevlibûna gelek partiyên siyasî li Amedê daxuyanî hatibû dayîn û banga yekîtiyê hatibû kirin.

Têkîldarî mijarê Parlementera HDP’ê ya Êlîhê Feleknas Uca nirxandin kir.

Feleknas diyar kir ku Gelê Kurd di dîroka xwe de gelek êş û jan kişandiye, piştî van êşan kurd şerê navxweyî napejirînin

Feleknas Uca anî ziman ku Roj bi roj êrîşên li ser deskeftiyên kurdan zêde dibin hem li Rojava, Şengalê, hem jî li bakurê Kurdistanê, êrîşî destkeftiyên kurdan dikin.

“Em ê xebatên xwe yên ji bo yekîtiyê bidomînin”

Feleknas îşaret bi xebatên ji bo yekîtiyê kir û teqez kir ku divê berjewendiyên gelê kurd asas bên girtin.

Parlementera HDP’ê ya Êlîhê Feleknas Uca herî dawî destnîşan kir ku lihevkirina li ser Şengalê bingeha fermaneke nû ye.

Back to top button