Rojhilatê Kurdistan û Îranê..Li dijî darvekirinan çalakiyên piştevaniyê

Deshilata Îranê di domandina sîstema heyî ya li welat de israr dike.
Her çiqasî ev sîstem hêza welat lewaz dike jî lê, deshilat di parastina wê de israr dike.
Di demekê ku xwepêşandanên herî dirêj û bibandor yên salên dawî pêk tên jî ti nîşaneyek aramiyê xuya nake.
Li dijî biryarên deshilatê ya darvekirina xwepêşandêran li ser torên civakî îşev çalakiyek nû tê despêkirin.

119 rojin, li welat daxwaza azadiyê tê kirin.

Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya li Rojhilatê Kurdistan û Îranê mohra xwe li dîroka welat xistiye.

Bi taybet hêrsa gel ya dijî darvekirinên xwepêşanderan roj bi roj mezin dibe.

Li gorî daxuyaniyek Navenda Raperînê ya Gelê Şoreşgerî ya Kurdistanê, ji bo balê bikêşin ser darvekirinan, wê îro li ser torên civakî kampanyayek were destpêkirin.

Tê gotin di saet 20:00’an de wê dijî darvekirinan kampanya despê bike.

Herwiha 500 çalakvanên siyasî, sivîl, akademesyen û rojnamevan bi daxuyaniyekê nerazîbûna xwe nîşanî cezayên darvekirinan dan.

Di daxuyaniyê de hate gotin;

“Em banga rawestandina tundiya sîstematîk û dawî anîna cezayê darvekirinan ya li ser xwepêşanderan dikin.

Bang li rayedarên dewletê dikin rumeta welatiyan biparêzin.”

112 kes cezayê darvekirinê lê hatiye birîn

Hêjayî gotinê ye heTa niha dewleta Îranê cezayê darvekirinê bi ser 112 kesan de biriye.

Ji wan jî 4 kes hatine darvekirin.

Tevî hemû nerazîbûnan jî dewleta Îranê ti gavek ji bo demokratîkbûna welat navêje.

Li hemberî vê tevî girtin, darvekirin, êkenceyê jî gelê Îran û Rojhilatê Kurdistanê li kolananin.

Back to top button