Jina Efrînî Sara: Çeteyan 4 ciwan li pêş çavên min serjê kirin

Jina bi navê Sara ku şahida gelek sûcan û serjêkirina 4 ciwanan kiriye û bi zehmetî ji girtîgehên dewleta Tirk ên li Efrînê derketiye, dibêje: ” Çeteyên dewleta Tirk bi rêbazên herî hovane jin û mêr di girtîgehan de êşkence dikirin. Ne tenê ev, Çeteyan gotina çeteyên DAIŞê ya “êşekenceya jinên Kurd helal e” digotin.

Di girtîgehên çeteyên dewleta Tirk ên li Efrînê de gotina DAIŞê ya “êşkencekirina jinên Kurd helal e” dihat gotin.

Her çi qas Erdogan navê çeteyan biguherîne û veguherîne, bi her awayî xeta DAIŞê dimeşînin..

Sara ya karî bi rêya qaçaxçiyan, ji Efrînê derkeve û xwe bigihîne Kobanê şahidiya sûc û binpêkirinên dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrînê kiriye.

Sara di girtîgehên çeteyên Tirkiyê de bû, dibêje, jin û mêr bi rêbazên hovane di girtîgehan de dihatin êşkencekirin, heta çermê wan ji ser laşê wan radikirin.

Sara da zanîn ku çeteyan 4 ciwan li ber çavên wê serjê kirin û kalemêrek di bin êşkenceyê de jiyana xwe ji dest da.

Sara diyar kir ku çeteyan her tim destdirêjî li jinên di girtîgehê de dikir û bi rêbazên hovane, mîna lêdan û xistina dolaban ew êşkence dikirin.

Jina Efrînî Sara: 23 jin, 20 kalemîr û nêzî 50 zarokî di girtîgehan de ne

Li gorî Sara, 23 jin, 20 kalemêr û nêzî 50 zarokên bi temenên 5 heta 12 di girtîgehan de ne û anî ziman ku çeteyan zarok êşkence dikir û ji bo xizmetên xwe dîl digirtin.

Sara bang li şêniyan kir ku heta Efrîn rizgar nebe, venegerin Efrînê, her wiha bang li rêxistinên navneteweyî û hiqûqî kir ku sûcên dewleta Tirk ên li dijî jinên Efrînê eşkere bikin.

Bi van gotin û şahidiya Sara ji sûcên dewleta Tirk, xuya dibe ku Efrîn bûye dojeh û rewşa Efrîniyan metirsîdar e.

Back to top button