Emmanuel Macron wê 5 salên din welat bi rêve bibe

Doh tûra duyemîn a hilbijartinên serokkomariya Fransayê pêk hat.
Her çendî encam bi awayekî fermî nehatin eşkerekirin jî, lê diyar bû ku Macron da pêşiya namzeta rastgir Marine Le Pen. Bi vî awayî wê Fransa heta 5 salên din ji aliyê Macron ve were birêvebirin.

Doh li Fransayê piştî dengdayîna tûra duyemîn a hilbijartina serok-komariyê, danê êvarê encam eşkere bûn.

Li gorî vê,

Namzetê Meşa Komarê Emmanuel Macron ji sedî 58’ê dengan bi dest xistin.

Rikbera wî û lîdera Partitya Tekîtiya Netewî Marine Le Pen jî, tenê karî 42’ê dengan bi dest bixe.

Li gorî Wezareta Karê Hundir, rêjeya tevlîbûna tûra duyemîn a hilbijartinan ji sedî 63 bû.

Eger di rojên pêş de encam fermî bibe, wê Macron ji bo 5 salên din Fransa bi rêve bibe.

Piştî serkeftinê, Macron derket pêşberî alîgirên xwe û wiha axivî:

” 5 salên li pêşiya me wê ne dewama pêvajoya derbasbûyî be.

Em derbasî qonaxeke nû bûn.

Ji bo xizmeta tevahiya gelê Fransayê bikin, ya ji destê me were em ê bikin.

Baweriya ku gel da min, wê bibe hîmê avakirineke nû.”

Back to top button