Parlamentoya Iraqê piştî çend rojan ji êrişên Tirkiyê, daxuyamiyek da.
Parlamentoyê êriş şermezar kir û tekez kir dewletaTirk bi van êrişan ewlehiya Iraqê bin pê dike.
Li dijî êrişan şêniyên Silêmaniyê jî meşek pêk anî û hevkariya PDK’ê di van êrişan de red kirin.
Der barê êrişên artêşa Tirk a dagirker de, serokatiya Paremantoya Iraqê, doh civînek lidar xist.
Nivîsgeha alîkarê duyem ê serokariya parlamantoya Iraqê Şaxiwan Ebdullah, der barê civînê de daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de, hat piştraskirin ku Iraq hemû destwerdanên derve red dike û wan weke binpêkirina serweriya xwe dibîne.
Her wiha hat gotin:
“Iraq xwedî serwerî ye, nabe bi tu behaneyekê êriş li ser werin kirin.
Ev êriş aramî û ewlehiya Iraqê bin pê dike, bandorê li ser têkiliyên dîplomatîk û aborî bi welatên cîran re dike.”
Pêşmergeyên Dêrîn: Her hêzek li gel Tirkiyê cih bigire ew ne Kurd e
Pêşmergeyên Dêrîn ên Başûrê Kurdistanê jî li dijî êrişan û hevkariya PDK’ê derketin.
Cîgirê Serokê Şaxê Komeleya Pêşmergeyên Dêrîn a Silêmaniyê Hemereşîd Qeredaxî ji hemû hêzên Kurdistanê xwest ku pêşiya êrişan bigirin û qebûl nekin.
Berpirsê Şaxê Komeleya Pêşmergeyên Dêrîn a Kerkûkê Ibrahîm Mihemed jî dibêje:
“Her kesê ku van êrişên Tirkiyê baş bibîne, ew ne Kurd e.”
Pêşmergeyê Dêrîn ê li Helebçe Mam Feyruz jî anî ziman “Tirkiye ji hemû dijminan xerabtir e û yên hevkariya wê jî dike, jê xerabtir e.”
Şêniyên Silêmaniyê li dijî dagirkeriyê çalakiyek pêk anî
Li Silêmaniyê jî bi pêşengtiya jinan li dijî êrişên dewleta Tirk û hevkariya PDK’ê çalakiyek pêk hat.
Di çalakiyê de hevkariya PDK’ê hat şermezarkirin û berxwedana gerîla hat silavkirin.