Fermandariya YJA-Star’ê: Berxwedana milîtanên Apoyî hesabê faşîzmê têk birin

Fermandariya YAJ-STAR’ê gerîllayên ku ji 17’ê Nîsanê ve li dijî dagirkeriya Tirk li ber xwe didin silav kir û ev peyam da:
“Berxwedana milîtanên Apoyî hesabê faşîzma AKP-MHP têk birin.”

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA-STAR’ê ji bo gerîllayên li qada şer, peyamek weşand.

Fermandariyê tevahiya gerîllayên ku ji bo azadiya gelê Kurd şerê man û nemanê dikin silav kir û got:

Hêzên li qadên berxwedanê ji bo parastina nirxên hatine bidestxistin, şerekî mezin dikin.

Nasnameya gerîllayên me ku sala 2021’ê berxwedana mezin danîbûn holê, niha jî li Zap û Avaşînê heman xetê di şertên awarte de temsîl dikin.

Eşker ye ku armanca faşîzma Tirk tinekirina Kurdên xwedî rûmet e.

Li hemberî vê yekê, şerê gerîllayên me jî nûnertiya azadiyê û parastina hebûna gelê Kurd dike.

Ji ber vê çendê, em berxwedana li hemberî dagirkeriyê weke şerê man û nemanê binav dikin.

Fermandariya YJA-STAR’ê diyar kir ku dewleta Tirk di vî şerî de hemû hêza xwe bikar tîne û wiha dewam kir:

Rejîma faşîst xeyal dike ku ew ê bi vê teknîka dijwar rihê me yê azad tine bike.

Lê lehengiya li qadên Zap û Avaşînê careke din rastiya milîtaniya mezin a Apoyî raxist ber çavan.

Sekna gerîllayên me careke din hesabên faşîzmê têk birin.

Fermandariyê hevkariya PDK’ê ya li gel êrişên dewleta Tirk jî wiha nirxand:

Bi qasî ku armanca êrişa dagirkeriyê zelal e, hevkariya bi dijmin re jî îxaneta bi rûmeta Kurd û Kurdistanê re ye.

Li hemberî vê rastiyê berxwedana ku ketiye roja 8’an, kevneşopiya Zapa berxwedêr a ku dijmin têk dibe, bi awayê herî xurt temsîl dike.

Gerîllayên me yên jin di nav vê berxwedanê de bi çalakiyên afirîner radibin.

Li qadên ku her bihostek axa wan tê bombekirin, hevrêyên me darbên giran li dagirkeran dixin.

Çiyayê me bûne çavkaniyên serbilindiya nasnameya Kurdên azad.

Ji bo ev wate her zindî bimîne, em ê hesab ji dijmin bipirsin û bi vê berxwedanê faşîzma AKP û MHP’ê hilweşînin.

Back to top button