Qereçox..25`ê Nîsan’ê 2017

Dewleta Tirk a dagirker şeva 25 Nîsana 2017 êrişê Çiyayê Qereçoxê kir. Wê demê çeteyên DAIŞ’ê li Reqa û Tebqa li ser destê şervanên azadiyê têk diçûn.
Ji wê rojê yekem car êrişên ezmanî artêşa dagirker li ser herêmê destpêkir û heta îro ranewestiyaye.

Wê şevê 26 balafiran bi hev re berê xwe dan Çiyayê Qereçoxê.

25 Nîsana 2017 bû, demjimêr 2’ê şevê bû.

Çiyayê Qereçox bi hovîtî bomebaran kirin.

Armanc jî navenda fermandariya YPJ û YPG’ê, navenda ragihandinê û radyoya Dengê Rojava bûn.

Êrişkar jî dîsa Erdoganê qirker bû.

Wê demê çeteyên DAIŞ’ê li Reqa û Tebqa li ser destê şervanên herêmê têk diçûn.

Weke hertim, dewleta Tirk hingî jî xwe li ber têkçûna zarokên xwe yên DAIŞ’î negirt.

Û bi hovîtî berê xwe da Çiyayê Qereçox.

Wê demê 20 şervanên YPG/YPJ′ê şehîd bûn, di nav wan de sê rojnamevan bûn.

Ji bilî wan 18 şervan jî birîndar bûn.

Ew roja biêş û detayên ku nayên jibîrkirin, di bala gelekan de maye.

Taybet kesê ku bi çavên xwe ev komkujî dît û ji nîva dilê xwe êşiya.

Rojnamevan Bager Mordem yek ji wan e ku wê rojê li ber çavên wî hevalên wî şehîd dibûn.

Bager wê rojê bi êş û hesreteke mezin bi bîr tîne.

Her çiqas bûyereke nexweş û biêş e, lê duqat hêz û vîna heval û hogirên wan şehîdan, xurtir bû.

Ne êrişa yekem û ne jî ya dawî bû.

Ji hingî ve li peya hev dewleta Tirk, êriş der heqê şêniyên herêmê de pêk anîn, deverên wê dagir kirin û komkujî kirin.

Û ya hişt ku Tirkiyeya dagirker di van sûc û kirinên xwe de dewam bike jî, bêdengiya civaka Navneteweyî bû.

Tenê ji destpêka salê ve 29 caran balafirên bêmirov yên Tirkiyê deverên herêmê bombebaran kiriye.

Û her kes jî li êşa vî gelî temaşe dike.

Back to top button