Helîkopterên Tirkiyê herêma Zap, Kurêjehro û Sergelê bombebaran kirin

Zêdeyî hefteyekê ye, li dijî gerîlayan êrişine dijwar hene.
Li beramberî van êrişan, gerîla jî berxwedaneke mezin nîşan dide.
Şevê din helîkopterên dewleta Tirk careke din ji aliyê deverên ku di bin kontrola PDK’ê de ne, êrişî kurejahro kirin.

Şêniyên Şêladiz û Dêrelokê têkildarî van êrişan agahî dan televîzyona me.

Li gorî wê,

Se’et 1’ê şevê helîkopterên dewleta Tirk careke din ji aliyên deverên di bin kontrola PDK’ê de, herêma Zap, kûrejahro û gundê Sergelê bombebaran kirin.

Gerîla jî bersiveke tund da van êrişan.

Di encamê de li wan deveran heta sibê şerekî dijwar qewimî û hîn jî şer berdewam e.

Back to top button