Balyozxaneya Amerîka li Şamê: Em ji bo topbarana Kobanê nîgeran in

Balyozxaneya Amerîkayê ya li Şamê ji bo êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî Kobanê daxuyaniyek belav kir.
Balyozxanyê diyar kir ku ew ji bo topbarankirina Kobanê nîgeran in.

Balyozxaneya Amerîkî di daxuyaniya xwe de got; em ji bo topbarankirina Kobanê nîgeran in û mixbaniya xwe ji bo giyanê sivîlên dibin qurban, tînin ziman.

Balyozxaneya Amerîkî li şûna ku hişyariyê bide dewleta Tirk, banga aramiyê li aliyan kir.

Berî du rojan dewleta Tirk bi topan navenda bajarê Kobanê topbaran kir û di encamê de 2 welatî birîndar bûn û zirareke mezin li mal û milkên xelkê bûn.

Back to top button