Li Iraqê hilbijartina taybet a ji bo meclisên parêzgehan dest pê kir.
Di 07:00’an de hilbijartina taybet a hêzên leşkerî, koçber û girtiyan dest pê kir.
Bi giştî mafê milyonek û 2 hezar û 393 kesan heye ku di vê hilbijartina taybet de dengên xwe bi kar bînin.
Li gorî daneyên Komîseriya Hilbijartinan a Iraqê ji bo hilbijartina meclisên parêzgehan,
Mafê 15 milyon û 108 hezar welatiyan heye ku dengên xwe bidin.
Komîseriyê li seranserî welat 600 navendên dengdanê vekirin.
Tê payîn dengdana taybet heya saet 18:00’an dewam bike.
Piştî wê di nava 24 saetan de encam werin ragihandin.
Ji beriya 10 salan ve ev cara yekemîn e ku hilbijartinên meclisên parêzgehan çêdibin.