Kongre bi hilbijartina hevserokên MXDŞ’ê yê nû bi dawî bû

Kongreya 4. a Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê, bi gûhertina hevserokên MXDŞ’ê û bi encamnameyekî bi dawî bû.

Di encam namê de bang li Hêzên navdewletî û Iraqê hate kirin ku Xweseriya Şengalê nasbikin.

Bi dirûşma “Rêveberiya Xweser Pira Gihaştina Azadiyê Ye”, duh sibehê kongreya 4. a Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê li dar ket.

Li kongreyê, nûnerên pêkhateyên Ereb, Şîa, Xiristiyan, oldar, rûspî, hunermend, rojnamevan, karker û hin mêvanên Êzidî yên ji Ewropa û Rûsyayê jî amade bûn.

Di kongreyê de hin peyamên ku hatibûn şandin, hatin xwendin.

Tevî gelek peyaman, ya Endama Serokatiya Konseya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta jî hat xewndin.

Avesta di peyamê de dibêje:

“Gelê Êzidî doza mafê xwe yê rewa dike. Ji bo pêkanîna xweseriyê ev roj girîng in. Em dikarin Xweseriya Demokratîk a Şengalê misoger bikin. Êdî divê gelê Êzidî vegerin cih û warê xwe ava bikin. Hikûmeta Îraqî jî, divê mafên Êzidiyan nas bike”.

Piştî xwendina peymanan, kongre bi hilbijartin û standina hin biryaran bi dawî bû.

Hindek biryarên standî ev in:

Da ku Xweseriya Şengalê bi rêyên rewa were pejirandin, divê projeya çareseriyê bê amadekirin û ji aliyên peywendîdar re were şandin.

Divê biryara 9’ê Cotmeha 2020’an weke komployê were dîtin û tûnehesibandina vîna Êzidiyan were redkirin.

Hewldana hikûmetê ya jihevxistina Asayîşa Êzîdxanê bi ti şêweyê nayê pejirandin.

Asayişa Êzîdxan weke ewlekariya hundirîn a Şengalê li jêr sîwana meclisê kar û xebatên xwe bike.

Erka sereke ya YBŞ-YJŞ li hember perçekirin û dagirkirina Iraqê; ew e parastina yekbûna axê û têkoşîna ji bo Iraqeke federal, demokrat û Şengaleke Xweser.

Divê em azadiya Rêber Apo weke azadiya xwe bibînin û ji bo azadiya xwe pêwîst e em têbikoşin.

Ji bo xurtkirina YBŞ,YJŞ û Asayîşa Êzîdxanê xebat were xurtkirin.

Divê fermana 73. weke jenosîd bê pejirandin.

Ji bo vegera gel bo Şengalê, divê kar û xebat werin berfirehkirin.

Rêvebriya Xweser a Şengalê pêngaveke rêxistinkirina gel dê bide destpêkirin.

Di kongreyê de her wiha 111 endamên meclisê hatin hilbijartin.

Piştî hilbijartin her 111 endaman, ji bo hevserokên Mecilsa Xewseriya Demokratîk a Şengalê û her du cîgirên wan hilbijartin pêk hat.

Di encamê de,

Xezal Reşo û Haşim Hecî bûn hevserokên nû yên MXDŞ’ê û Heso Îbrahim û Sêvê Emo jî weke cîgirên wan hatin hilbijartin.

Li gor agahiyan, îro meclisa nû dê bicive û dîwana Desteya Rêveber hilbijêre.

Back to top button