Konseya Ewropa: Avakirina du dewletan li Qibrisê ne pêkan e

Serokê Konseya Ewropayê Charles Michel da zanîn ku axaftinên Erdogan ên derbarê herêma Varosha ya Qibrisê nakokiyan zêde dikin.

Erdogan roja sêşema borî serdana parçeyê bakurê girava Qibrisê kir û li wir diyar kir ku ji bilî avakirina du dewletan, pirsgirêka Qibrisê çareser nabe.

Charles Michel bersivda axaftinên Erdogan da û daxuyakirin ku di grava Qibrisê de avakirina du dewletan nayê nîqaşkirin, nepêkan e.

Rayedara sêyem a di Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê de Victoria Noland çarşema borî destnîşan kir ku DYA’yê pêşniyara Erdogan ya avakirina du dewletan li Qibrisê red dike.

Komara Qibrisê di 2004’an de tev li YE’yê bû û tenê aliyê başûrê giravê ye.

Di wê parçeyê de qibrisiyên yewnanistanî dijîn û desthilatek wê bi rê ve dibe û NY’yê pê îtîraf dike.

Lê aliyê bakur, tenê ji hêla Enqerê ve tê îtîrafkirin ku Komara Bakurê Qibrisê ya Tirk e.

Back to top button