Di mehekê de 16 kolber û muxalîf hatin kuştin û darvekirin

Desthilatdariya Îranê li Rojhilatê Kurdistan û Îranê zext û êrîşên xwe li dijî kolber, kurdan, muxalîfan zêdetir kiriye.
Tora Mafê Mirovan ya Rojhilatê Kurdistanê bi raporek ragihand ku rejîma îranê di mehekê de 16 kolber û muxalîf kuşt û darvekir.

Li Rojhilatê Kurdistanê û Îran êriş, girtin, kuştin û darvekirina welatî, kolber û siyasetmedaran ji aliyê dewleta Îranê ve dewam dikin.

Tora Mafê Mirovan ya Kurdistanê der barê binpêkirinan de raporek belav kir.

Li gorî raporê li parêzgeha Sine, Kirmaşan û Urmiyeyê êrişên li ser kolberan didomin.

Li gorî raporê di meha hezîranê de 5 kolber ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine qetilkirin û 11 jî birîndar bûne.

8 kolber ji li herêmên ser sînor yên Newsud a Kirmaşan û Çaldirana bi Urmiyê jî, ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine êşkence kirin.

Herwiha kolberek jî ji çiya ketiye û bi giranî birîndar bûye.

Di raporê de tê gotin herî kêm 7 kes li girtîgeha Urmiye û welatiyek xelkê Kirmaşan li girtîgeha Esfehan hatine darvekirin.

Di dewama raporê de wiha tê gotin;

Di meha hezîranê de herî kêm 30 welatî û çalakvanên Kurd li Sine, Urmiye, Kirmaşan ji aliyê Wezareta Îtalat û Supayê pasdaran ve hatine binçavkirin.

Ji wan 8 kes şandine girtîgeha Kirwan û yên din jî li girtîgehên hêzên ewlekariyê tên ragirtin.

Zarokek 16 salî a bi navê Jiyana Hisênî bi sucê alîkarî daye partiyek Kurd, hatiye girtin.

Çalakvanê siyasî yê Rojhilatê Kurdistanê ê bi navê Rêbîn Sine 14’ê Tîrmehê li gundê Jale yê Silêmaniyê di encama êrişek çekdarî de hate qetilkirin.

Hevjîna Rêbîn Sine, Ronahî Sine li ser qetilkirina hevserê xwe got ku Rêbîn li ser mijarên siyasî hatiye qetilkirin.

Back to top button