Fuad Hisên: Hîn pêwîstiya hêzên Iraqê bi alîkariya Amerîka heye

Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Hisên diyar kir ku hîn pêwîstiya hêzên Iraqê bi alîkariya Amêrîka heye.

Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Hisên ji bo 4’emîn gera danûstandinên stratejîk a di navbera Amerîka û Iraqê de li Washingtonê ye.

Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Hisên ji hin rojnamegeran re diyar kir ku ji bo parastina serweriya Iraqê hîn pêwîstiya hêzên Iraqê bi alîkariya Amerîka heye.

Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Hisên wiha dewam kir :

“Pêwîstî bi bernameyên Amerîka yên bi çekkirinê heye û di koalîsyona navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê de Amerîka hevbeşê Iraqê ye.”

Yekem gera danûstandinên stratejîk ên di navbera Amerîka û Iraqê di Hezîrana sala 2020’an de destpê kir.

Gera duyemîn di 19’ê Tebaxa 2020’an û gera sêyemîn di 7’ê Nîsana 2021an de pêk hat. Wê îro jî gera 4’emîn li Washingtonê pêk were.

Back to top button