Li Enbarê 3 leşkerên Iraqê hatin kuştin-HAT NÛKIRIN

Çeteyên DAIŞ’ê li herêma Retbe ya ku dikeve li ser sînorê Iraq û Erebîstana Siûdî êrîşê leşkerên Iraqê kir. Di encama êrîşê de 3 leşkerên Iraqî hatin kuştin.

Berpirsê Retbe Îmad Mişel di derbarê êrîşê de anî ziman ” Çeteyên DAIŞ’ê bi çekên navîn û sivik êrişî nuqteyeke ewlehiyê ya nêzî herêma Tebeat a girêdayî herêma Retbe ya li rojavayê Enbar kirin.

Di encamê de 3 leşkerên Iraqê û serçeteyek DAIŞ’ê hatin kuştin.

Li gorî Ajansa France-Presse hat diyar kirin ku ev êriş piştî 4 rojan ji teqandina bombeya ku êvara cejna Qurbanê li bazara Wehîlat a Sedirê li rojhilatê Iraqê Bexdayê ye pêk hat.

Di encama wê teqînê de bi kêmanî 36 kes hatin kuştin û 62 kesên din jî birîndar bûn.

Li gorî Şaneya Ragihandina Ewlehiyê ya Iraqê, terorîstekî xwekuj ev teqîn pêk anî.

Di demên dawî de gelek teqîn li Iraqê rû dan û burcên veguhestina enerjiya kehrebê dihatin armanckirin.

Li Kerkûkê di encama êrîşên şaneyên DAIŞ’ê de 3 polîs hatin kuştin

Li gorî medya Iraqê ku Çeteyên DAIŞ’ê li gunde Kehre Qazanî ya ser bi bajaroka Reşad a rojavayê Kerkûkê êrişî navendek polîsên federal kirin.

Di encama êrîşê de 3 polîs hatin kuştin û 2 polîs jî birîndar bûn.

Di sala 2017’an de hikûmeta Iraqê ragihand ku dawiya DAIŞ’ê li Iraqê hat. Lê ji wê demê de DAIŞ’ê gelek êriş pêk anîne. Bi taybet di van demên dawî de êrişên xwe zêde kirine.

Back to top button