Artêşa dagirker gundêwarê Şêrewa topbaran kir

Artêşa Tirk û komikên xwe yên çete cardin êrîşî gundewarê navçeya Şêrewa ya Efrîna dagirkirî kirin.

Artêşa Tirk a dagirker duh derengiya şevê gundê Bênê yê navçeya Şêrawayê yê girêdayî Efrîna dagirkirî topbaran kir.

Topbarana artêşa dagirker heta berbangê berdewam kir.

Di encama topbarana artêşa dagirker de ziyan gihîşt erd û zeviyên şêniyên herêmê.

Artêşa dagirker êvara pêncşemê jî gundên soxaneke, aqibê yên navçeya şêrawa topbaran kir.

Back to top button