
Tevgera Çand û Hunerê di çarçoveya rêzeçalakiyên xwe yên meha çandî, şanoyek li Navenda Dicle ya Çand û Hunerê ya Dêrikê pêşan da.
Di çarçoveya çalakiyên hefteya çand û Hunerê, li bajarê Dêrikê şanoyek hat pêşkêş kirin.
Komîna Şano ya Koma Çiyayê Lêlûnê şanoyek bi navê ”Çima” pêşkêş kir û tê de banga yekitiya Kurd kir.
Bi dehan şêniyên Dêrikê û endamên Navneda Dicle li navendê amade bûn.
Derhêner û nivîskarê şanoyê da zanîn ku armanca ji vê şanoyê ew e ku şerê hundirîn ê kurdî ji holê rabe.
Çalakiyên Tevgera Çand û Hunerê li bajar û kantonên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê heta 2 mehan dewam bikin.