Çalakiya greva birçîbûnê bi biryardariyeke xurt di roja 239 de ye

Çalakiyên greva birçîbûnê ya ji bo azadiya Rêber Apo, li girtîgehên Tirkiyê bi biryardariyeke xurt dewam dike. Çalakvana TJA’yê Zul-fîye Kîş-mîr û dayikên girtiyan destnîşan kirin ku hemû polîtîkayên şer girêdayî polîtîkayê tecrîdê ye û divê tecrîd bê rakirin.

Berxwedana zindanan a ji bo azadiya rêber Abdullah Ocalan û bidawîkirina binpêkirinên mafên mirovan a li girtîgehên Tirkiyê bi biryardariyeke xurt dewam dike.

Berxwedan bi koma 47’an di roja 239’an de ye.

Li Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) jî çalakiya grevê di roja 218’an de dewam dike.

Welatiyên li Kempa Lavrîo ya Yewnanistanê dimînin jî, ji bo bi dawîkirina tecrîda li ser Rêber APO dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin.

Çalakiya li vir jî, 201 roj li pey xwe hiştin.

”Hemû polîtîkayên şer girêdayî sîstema tecrîdê ye”

Aktîvîsta TJA’yê Zulfîye Kîşmîr destnîşan kir ku hemû polîtîkayên şer girêdayî polîtîkayê tecrîdê ye û got:

Îro qirkirina jinê, çandî û siyasî tê meşandin, ev hemû girêdayî sîstema tecrîdê ye.

Tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan, li ser civak, jin û seranserê jiyanê tê sepandin.

Zulfîye da zanîn kir ku hemû polîtîkayên dewletê girêdayî tecrîdê ye û wiha anî ziman:

Bi awayekî giran tecrîd li girtiyan tê meşandin.

Divê ji bo çareseriya pirsgirêka kurd û şikandina tecrîdê azadiya Rêber APO pêk were, lewra têkoşînek mezin pêwîst e.

Dayîkên girtiyan: Daxwazên girtiyan daxwazên me ne

Dayikên ku zarokên wan di grevên birçîbûnê de ne bang li gel kirin: “Bibin dengê girtiyan.”

Dayik Hanim Mûratoglû ya 48 salî ku du kurên wê girtî ne jî got:

Girtî ji bo mafên xwe yên hatine binpêkirin, ji bo zext û zoriyên li ser ziman û çanda wan bi dawî bibin dest bi greva birçîbûnê kirine.

Necla Ortaç ya 50 salî jî ku kurê wê 11 sal in diyar kir ku daxwazên girtiyan daxwazên wan ne.

Back to top button