“Qada navdewletî dibêje bê Rêveberiya Xweser krîza Sûriyê çareser nabe”

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Bedran Çiya Kurd got ew ji bo aramkirina herêmê têkiliyên derveyî xurt dikin. Çiya Kurd anî ziman ku Tirkiyeya dagirker bi êrîşên xwe hewldide pêvajoya siyasî birûxîne, lewre divê civaka navdewletî rê li berê bigire û li herêmê bi erka xwe rabe.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo naskirin û gihandina dengê gelên herêmê, bi her awayî digel welatên derve têkiliyan xurt dike..

Herî dawî li bajarê Cinêvê yê Swîsreyê nûnertiya Rêveberiya Xweser hat vekirin..

Bedran Çiya Kurd -Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser- dibêje ev gav bo danûnstandin û têkiliyan gelekî girîng e..

Ew welat dibêjin bêyî Rêveberiya Xweser ne pêkan e aloziya Sûriyê çareser bibe..

Li dij pêşketina van têkiliyan, Şam û Enqere helwestên tund nîşan didin.

Berî demekê Serokê Sûriyê Beşar El-Esed gotibû dem hatiye Sûriye derbasî nenavendiyê bibe.

Bedran Çiya Kurd anî ziman ku daxuyanî ne têrker in û divê gavên pratîkî bên avêtin.

Tirkiyeya dagirker naxwaze pêvajoya siyasî pêş bikeve û ewlebûn çêbe. Bi her awayî keleman datîne ber Rêveberiya Xweser.

Di dema dawî de, nemaze piştî têkçûna Efxanistanê, Enqereyê êrîşên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kirine.

Back to top button