Greva birçîbûnê di roja 19 de didome

Girrtiyên ku ji bo azadiya Rêber Ocalan ketine grevê û çalakiya wan 19 rojan li pey xwe dihêle, bi rêya malbatên xwe banga piştevaniyê ji civakê dikin.

Hat zanîn ku, piştî vê çalakiyê, zexta Tirkiyê li ser girtiyên siyasî zêde bûye.

Li girtîgehan zimanê Kurdî hatiye qedexekirin û parêzvanên girtîgehan, hemû pirtûk û xebatên wêjeyî desteser kirine.

Her wiha li gorî agahiyan jî, AKP’ê û MHP’ê bi zanebûn vîrûsa Coronayê li nava girtiyan belav dike û heta niha 2 girtiyan jiyana xwe ji dest daye.

Girtî Sertaç Kiliçaslan ê li Girtîgeha Tîpa F a Kiriklarê ku di greva birçîbûnê de ye got:

“Ger daxwazên me neyên qebûlkirin, em ê çalakiya xwe veguherînin greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger”

27’ê Mijdarê bi hezaran girtiyên PKK û PAJK’ ê yên di girtîgehên Tirkiyê de dimînin, ji bo dawîanîna tecrîda li ser Rêber Ocalan, dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bidorveger kir.

Back to top button