HPG: Hevrêyê me Zerdeşt Başurî şehîd bû

HPG’ê eşkere kir ku gerîla Zerdeşt Başûrî yê ji Silêmaniyê tevlî nava refên berxwedanê bûye û got:
Hevrêyê me bi hişmendiyeke neteweyî ya bilind û bi rêbaza fedaî tevlî nava têkoşîna azadiyê ya gelê me bû.

Di daxuyaniya xwe de HPG’ê her wiha nasnameya gerîlayêkî eşkere kir.

HPG ragihand ku hevreyê wan Zerdeşt Başûrî 24’ê Gulanê li rojavayê Zapê şehîd bûye û ev agahî dan:

“Hevrêyê me Zerdeşt di demekê de ku êrîşên giran ên qirkirinê li gelê me dihate kirin, ji Silêmaniyeyê tevlî nava refên berxwedanê bû.

Weke şoreşgerekî jêhatî ji Şoreşa Azadiyê ya Rojava heta bi Herêmên Parastinê yên Medyayê li gelek qadan li refên herî pêş şer kir, bersiva herî bi wate da êrîşan.”

Hêzên Parastina Gel HPG’ê di serî de ji malbata hêja ya Zerdeşt Başûrî, xelkê Başûrê Kurdistanê û tevahiya gelê Kurdistanê sersaxî xwest

Li gorî daxuyaniyê agahiyên li ser nasnameya Ş. Serdeşt Başûrî wiha ne:

Nasnav: Zerdeşt Başûrî
Nav paşnav: Şivan Mihemed
Cihê jidayikbûnê: Silêmanî
Dayik: Nîsan
Bav: Mihemed
Dem û cihê şehadetê: 24’ê Gulana 2023 / Zap

HPG: Heremên parastina medya 110 caran hatin bombekirin

Back to top button