Li Fransa êrişa bi kêrê: 4 Jê zarok 5 kes birîndar bûn

Li Fransayê, kesekî ku tê gotin ji Sûriyê ye bi kêrê êrîş kirî sivîlan kir.
Di encamê dem 4 jê zarok 5 kes biîrndar bûn.

Êrîş derdora saet 09:45’an pêk hat.

Li parkeke Annecy êrIş li ser zarokên biçûk hate kirin.

Di êrişê de 4 zarokên ku temenê wan nêzî 3 salî û mamosteyek birîndar bûn.

Hate ragihandin ku ji birîndaran rewşa 2 zarokan û mamoste giran e. Êrişkar ji aliyê polîsan ve hate girtin.

Li gorî nasnameya ku li ser êrişkar hate dîtin, di sala 1991’ê de li Sûriyê ji dayik bûye.

Li gorî medya Fransayê êrîşkar 10 sal bûn li Swêdê bû û di 26’ê Nîsana 2023’an de daxwaza wî ya penaberiyê hate qebûlkirin.

Êrîşkar dawiya meha Mijdarê ya 2023’an hat Fransayê, li vir daxwaza penaberiyê kir, lê belê ji ber ku mafê penaberiyê li Swêdê stand, li Fransayê nehate qebûlkirin.

Li gorî AFP’ê qeydeke êrîşkar li nava servîseke dewletê nîne.

Li Meclisa Fransa êriş hat şermezarkirin

Parlamenter û endamên hikumetê piştî êrîşê li Meclîsa Neteweyî deqeyek rêz girtin.

Di parlamentoyê de îşaret bi tundiyê hate kirin.

Back to top button