Li Erebîstana Siûdî civîna têkoşîna li dijî DAIŞ’ê

Li Erebîstana Siûdî ji bo têkoşîna li dijî DAIŞ’ê civîneke berfireh hate lidarxistin.
Di civînê de welatên beşdar li ser tinekirina metirsiya DAIŞ’ê hemfikir bûn.
Wezîrê Karê Derve yê Amerîkayê hişyarî li ser mayîna çeteyên DAIŞ′ê yên biyanî yên di kampan de da.

Ji bo ji navbirina metirsiya DAIŞ’ ya li ser Cîhanê, ji Îlona 2014’an ve têkoşîn tê meşandin.

Têkoşîna ku ji aliyê şervanên YPG/YPJ’ê ve despêkirî, bi piştevaniya welatên cîhanê yên li dijî terorê dewam dike.

Li paytexta Erebîstana Siûdî Riyadê welatên Hevpeymaniya Navdewletî careke din li ser mijara têkbirina DAIŞ’ê civiyan.

Mijara sereke ya civînê, çawaniya têkbirina DAIŞ ya metirsiyek sereke ya li ser cîhanê bû.

Siûdî: Divê DAIŞ ji kokê ve bê tinekirin

Wezîrê Karê Derve yê Erebistana Siûdî mîr Feysel Bin Ferhan di axaftina despêkê ya civînê de got:

Divê têkoşîna li dijî tundrawan were xurtkirin û xebata li ser astengkirina vegera DAIŞ′ê were domandin.

Erebistana Siûdî li her deverê têkoşîna li dijî DAIŞ′iyan bidomîne heta ku “ji kokê de were qedandin”.

Ferhan destnîşan kir ku divê xebat ji bo astengkirina vegera DAIŞ′ê were kirin û çavkaniyên fînansekirina wê werin tinekirin.

Blinken: DAIŞ’iyên biyanî yên li kampan vegerinin

Wezîrê Karê Derve yê Amerîkayê Anthony Blinken jî got;

Welatê wî pabendî têkbirina DAIŞ′ê ne.

Blinken balkişand li ser êrişên dema dawî yên DAIŞ’ê li Efxanistan û hin herêmên Afrîkayê.

Blinken di dawiya civînê de hişyarî li ser mayîna çeteyên DAIŞ′ê yên biyanî di kampan de da û bang li dewletên têkildar kir ku welatiyên xwe yên çeteyên DAIŞ′ê yên biyanî vegerînin.

Her wiha got, kampa Holê ya li Sûriyê gaveke girîng e.

Îlona 2014’an Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞ’ê hat avakirin.

Di nava hevpeymanê de, 85 welat cihê xwe digrin.

Despêkê welatên hevpeymanê bi oparasyonên xwe yên li Sûriye û Iraqê xwestin DAIŞ’ê têk bibin.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 12 hezar DAIŞ’iyên girtî hene

Bi têkoşîna Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê re Adara 2019’an DAIŞ hate têkbirin.

QSD’ê bi daxuyaniyeke fermî di 23 Adar 2019’an de ragihand ku DAIŞ di warê erdnîgariyê de nameye.

Ji wê rojê ve têkoşîna li dijî şaneyên DAIŞ’ê didome.

Niha jî nêzî 12 hezar DAIŞ’î ji aliyê QSD’ê ve hatine girtin.

Lê heta niha ev welat di mijara dadgehkirina van çeteyan li ser xaka ku lê sûc kirîn de, xemsar in.

Her wiha jinên DAIŞ’î yên li Kampa Holê jî metirsiyek din a bi serê xwe ye.

Koalîsyon li dijî çeteyên DAIŞ’ê wê sibê li Riyadê bicive

Back to top button