Nivîskar Mizgîn Ronak: Adalet û azadiya dereng mayî, ne edalet û azadiye

Jina Kurd a şoreşger û nivîskar Mizgîn Ronak piştî 30 sal ku di zîndanên dewleta Tirk a faşîst de ma, çend roj berê hate berdan. Mizgîn Ronak dibêje: Heta ku hemû zindan neyên valakirin wê xwe azad nebîne û azadî di nivî de bimîne.”

Mizgîn Ronak, di sala 1973’yan de li gundeki Licê ya Amedê di nav malbatek welatparêz de hatiye dinyayê.

Di temenekî ciwan de biryara têkoşînê daye û tevlî refên azadiyê bûye.

Mizgîna ku di sala 1992’yan de hîn 19 salî bû li Amedê li Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) hat darizandin û bi idiaya “endamtiya rêxistinê” 30 sal ceza lê hat birîn.

Li girtîgehên Êlih, Sêwas, Mêrdîn, Elbistan, Çewlig û Girtîgeha Jinê ya Gebzeyê ma, gelek caran ket greva birçîbûnê.

Li gel hemû astengiyan jî bi salan ji rojnameya Azadiya Welat û rovaran re nivîsand.

Weke parêzvaneke ziman û wêjeya kurdî tê nasîn û heta niha gelek berhem nivîsîne.

Pirtûka “Sêv jî me dikûjin” “Dilavî”, “Nobedarê Gulên Kobanê”, “Gorçiya Ne Em” û “Rojhat” jî nivîsiye.

Mizgîna ku tansiyona wê ya bilind heye, nerehetiya wê ya gurçikan heye û emeliyeta guatirê jî derbas kiriye.

Her wiha nexweşa penceşêra pêsiran e.

Ji Girtîgeha Jinê ya Gebzeyê, di 10’ê Tebaxê de hat berdan.

Ew jina girtî ya duyemîn e ku piştî 30 salan hate berdan.

Mizgîn bi kurtasî 30 salên di girtîgehê û bandûra têkoşîna azadiyê ya li ser kirî ji ajansa Jinnewsê re nirxandin kir.

Yek ji bûyerên herî zêde bandûr li ser kesayeta Mizgînê dike Komkujiya Helebçeye.

Ew wê rojê wekî agirekê di dil de pêketî bi nav dike.

Nivîskar Mizgîn Ronak: Xeyalên herî azad di zindanan de ne

Mizgîn destnîşan kir zindanê de buyin di gorên saxi de buyin e, lê mirov bi têkoşînê wîna vediguherin e qadên herî azad.

Nivîskar Mizgîn Ronak: Ên ku evîndarên agir bin, li ku derê bin jî dikarin bijîn

Mîzgîn diyar kir yên di girtîgehan de bi fîzîkî girtî bin jî, lê yên ji derve di aliyê fikrî de girtî ne.

Nivîskar Mizgîn di dawiya axaftina xwe de wiha behsa azadî û edaletê dike.

Nivîskar Mizgîn Ronak: Heta girtîgeh vala nebin, azadî nîvî ye ew ne azadî ye

Nivîskar Mizgîn Ronak, piştî Stenbûlê çû Amedê.

Duh ji aliyê jinan ve li Amedê hat pêşwazîkirin.

Mizgîn, spasiya xwe li hemû kesan kir û got: “Heta girtîgeh vala nebin azadî nîvî ye ew ne azadî ye.”

Back to top button