Lli herêma Bane leşkerên Îranê rasterast karwanek kolberan gulebaran kiriye û di gulebaranê de kolberek birîndar bû.
Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihand ku li îro li herêma Seuranbend a Baneyê leşkerên Îranê rasterast karwanek kolberan gulebaran kir.
Di gulebaranê de kolberê bi navê Idrîs Barzan ê 45 salî birîndar bû.
Kolberê birîndarbûyî ji Pîranşarê ye.
Li gorî rapora Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê (KMMK) di meha Îlonê de di êrişên leşkerên Îranê de 6 kolber û kasibkaran jiyana xwe ji dest dabûn û 18 kes jî birîndar bibûn.