Bûldan: Ev operasyon dewama darbeyê ye

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan têkildarî operasyona li dijî partiya wan bersiv AKP’ê da û got:

“HDP’ê serî netewand. Çong danenî.

Wê çong daneyne û bila ev jî ji we re bibe derd.

Bûldan bang li muxalefetê kir ku li dijî êrişan bibin yek.

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan li Navenda Giştî ya HDP’ê têkildarî operasyona qirkirina siyasî ya bi hinceta çalakiyên Kobanê yên di 6-8’ê Cotmeha 2014’an pêk hatên civîna çapemeniyê li dar xist.

Partiyên pêkahteyên HDP’ê ne beşdarî civînê bûn.

Pervîn Bûldan daxuyanî da û diyar kir ku wan di civîna xwe ya MYK’ê ya duh pêk anîn de operasyonê bi berfirehî nîqaş kirin.

Bûldan operasyonê wek “operasyonek siyasî” pênase kir û ev tişt anî ziman:

4 sal in Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, parlamenterên me, hevşaredarên me û bi hezaran hevlên me hêj di hepsê de ne.

Şaredarên me destesrkirin û hevşaredarên me girtin.

HDP bi oprasyonek nû re ne rûbirû ye.

Ev operasyon dewama operasyonên din e.

Di heman demê de ev dewama darbeyên siyasî yên AKP’ê ye.

Bûldan: Ji bilî parastina aştî û demokrasiyê tu tiştek nekirine

Pervîn Bûldan anî ziman ku bi kirtina kesayetên doh hatine girtin re xuya dike û ev êrîş li dijî kesên ji bo aştî, demokrasî û azadiyê têdikoşine.

Bûldan: Di wan rojan de li dijî barbariya DAIŞ’ê hêrs hat nîşandan

Bûldan li ser wateya xwepêşandên çalakiyên 6-8’ê Cotmehê jî anî ziman ku ew têkoşîna gelên Tirkiyê ya li dijî barbariya DAIŞ’ê bû.

“Di wan çalakiyan de 53 kes hatin kuştin ji van 47 HDP’yî bûn.

Ti lêpirsînek nehatiye vekirin.

Tenê kesek derdixin pêş û li ser vê dixwazin operasyonê pêk bînin.

Tevî gelek caran me pêşniyazname ji bo 6-8’ê Cotmehê da Meclîsê ku were lêkolînkirin lê AKP’ê bi dengên xwe red kir.

Em ê heqîqeta çalakiyên Kobanê ku AKP dixwaze ji xwe re bike amûra siyasetê, ji gelên Tirkiyê re vebêjin.”

HDP: Me serî netewand û em ê netewînin

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan anî ziman ku eger êrîş ji AKP’ê were divê mixalefet jî xwe bike yek û axaftina xwe bi gotina binav û deng ya ji pêşengên Kurd Seyît Riza bi dawî kir:

“HDP’ê serî netewand. Çong danenî.

Wê çong daneyne û bila ev jî ji we re bibe derd.

Ez bang li muxalefetê dikim ku li dijî êrişan bibin yek.”

Back to top button