Hevseroka kampa Holê: Êrişên dagirkeriya Tirk hêzê dide şaneyên DAIŞ’ê

Hevseroka Kampa Holê Cîhan Henan derbarê metirsiyên êrişên dagirkeriya tirk li ser liv û tevgera şaneyên Daiş’ê li ser ewlehiya şênî û herêmê axivî.
Cîhan Henan diyar kir êrîş aramiya li herêmê têk dibe û armanca wê jî vejandina şaneyên DAÎŞ’ê yên li Kampa Holê.

Bi êrişên dagirkeriya tirk li ser herêmê şaneyên Daiş’ê yên razayî û malbatên wan ên li kampa holê metirsiyeke berbiçav û mezin çêdikin.

Ji ber vê yekê hêzên leşkerî û ewlehiyê li kampa Holê operasyonên ewlehiyê pêk tînin.

Duh bi daxuyaniyekê qonaxa sêyem a operasyona “Ewlekarî û Mirovî” bi daxuyaniyekê hat ragihandin.

Hevseroka Kampa Holê Cîhan Henan derbarê operasyonê axivî û wiha got:

Piştî êrişên dagirkeriya tirk şaneyên DAÎŞ’ê yên li kampê xwe hîn bi xurtî bi rêxistin kirine.

Ne ji piştgiriya ji derve be Daişyên li kampê nikarin xwe bi rêxistin bikin û bibin xwedî hêz.

Her wiha balkişand ser zehmetiyên ku rûbirûyî wan tên û got:

Kamp gelekî fireh e û hejmar jî gelekî zêde ye.

Bi derfetên heyî gelekî zehmet e ku bi temamî bê kontrolkirin. Ketin û derketina ji kampê gelekî zêde ye.

Carna hezar kes rojane diçin û tên. Karkerên lê dixebitin hene, xebatkarên saziyên alîkariyê gelek hene.

Rojane herî kêm 50-100 wesayit dikevin kampê. Ev yek jî kontrola bi temamî zehmet dike.

Hevseroka kampa Holê: Operasyona “Ewlekarî û Mirovî” pêwîstiyek e

Cîhan Henan di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku her cara dagirkeriya tirk êrişî herêmê dike tevliheviyeke mezin li kampê derdikeve lê zêde ev êriş hêzê dide şaneyên DAÎŞ’ê yên razayî.

Ji ber vê yekê destpêkirina qonaxa sêyemîn a Operasyona Ewlekarî û Mirovî pêwîstiyek e.

Li kampa Holê qonaxa 3. a oparsyona “Mirovî û Ewlehiyê” pêk tê

Back to top button