Îro Nêçîrvan bi Erdogan û Çavuşoglu re dicive

Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, wê bi serokkomarê dewleta Tirk a dagirker Erdogan û rayedarên din ên Tirk re bicive.

Li gorî medyaya Tirkiyê, serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, serdana Tirkiyê kiriye.

Nêçîrvan Barzanî destpêkê wê bi wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu re bicive.

Piştr e jî wê bi serokkomarê dewleta Tirk a dagirker Erdogan re bicive.

Tê payîn Barzanî, saet 2’ê nîvro, bi Erdogan re bicive.

Elî Kerîmî: PDK xwe wek beşkekî Tirkiyê dibîne

Rewşenbîr û siyasetmedarê Başûrê Kurdistan Elî Kerîmî jî têkildarî helwesta PDK’ê ya li gel dewleta Tirk a dagirker axivî.

Kerîmî destnîşan kir ku PDK gihaye astekî wisa bê ku veşêre xwe parçeyek ji dewleta Tirk dibîne. Derbarê dagirkeriya Başûr re ji Tirkan re hevdîtinan dike.

Kerîmê diyar kir ku bila PDK baş bizanibe ew dagirkirina welatên xwe qebûl nakin.

Back to top button