Çeteyan 120 darên zeytûnê li Bilbilê birîn

Çeteyên dewleta Tirk li Efrînê 120 darên zeytûnê yên şêniyekî ji gundê Qurnê yê Bilbilê birîn.

Ji bilî revandin, destavêtin û kuştinê, talan û wêrana xwezaya Efrînê jî bêserûber didome.

Di vê çarçoveyê de artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê 120 darê zaytûnê yê şêniyê bi navê Mihemed Hebîb ji gundê Qurnê yê Bilbilê birîn.

Her wiha malperê da zanîn jî çeteyan 50 darên zeytûnê yê şêniyê bi navê Menan yê ji navçeya Bilbilê birîn.

Back to top button