Çalakiyên greva birçîbûnê yên girtiyên siyasî di roja 62’an de ye.
Dîlgirtiyên azadiyê di daxwazên xwe de bi îsrarin.
Di çalakiyên Nobetên Edaletê de jî çalakgeran gotin:
“Ji bo avakirina jiyana azad divê em tecrîdê bişkînin.”
Gireva birçîbûnê ya girtiyên siyasî yên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyê di roja 62’an de ye.
Çalakiya ku ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo û rakirina tecrîdê, destpêkiriye bi biryardariyeke mezin didome.
Çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger ku di 27’ê Mijdarê de dest pê kir wê heta 15’ê sibata 2024’an bidome.
Nobeta Edaletê: Ji bo jiyana azad divê em tecrîdê bişkînin
Bi heman boneyê Nobetên Edaletê yên ku li 7 bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyê hatiye destpêkirin jî dewame.
Çalakvanan careke din li Stenbol, Îzmîr, Wan, Amed, Edene, Mêrsîn û Mardînê banga bicîhanîna daxwazên girtiyan kirin û gotin:
“Tecrîd sûceke li dijî mirovatiyê ye, ji bo avakirina jiyana azad divê em tecrîdê bişkînin, her wiha divê her kes bibe dengê zindanan.”