PKK: Em roja 14’ê Tîrmehê weke ‘Roja Rûmetê ya Neteweyî’ radigihînin

Komîteya Rêvebir a PKK’ê bi boneya nêzbûna salvegera 40. a Berxwedana 14’ê Tîrmehê peyamek da û ev roj weke Roja Rûmetê ya Neteweyî ragihand.
PKK eger êrişek li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê çêbû divê gel li ser esasê rihê berxwedêr ê 14’ê Tîrmehê xwe bi rêxistin bike û dagirkeriya dewleta Tirk têk bibe.

Bi boneya salvegera 40. a Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmeha 1982’an, Komîteya Rêveber a PKK’ê peyameke nivîskî weşand.

PKK’ê Mehmet Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Alî Çîçek û Akîf Yilmaz bi rêzdarî bi bîr anîn, ev roj weke ‘Roja Rûmetê ya Neteweyî’ ragihand û ev got:

Em 14’ê Tîrmehê wekî ‘Roja Rûmetê ya Neteweyî’ radigihînin.

Em soza xwe dubare dikin ku em ê armancên wan bi ser bixînin û bîranîna wan bidin jiyîn.”

PKK’ê di peyama xwe de bi bîr xist ku hemû nirxên li Kurdistanê ku li ser navê azadiyê çil sal in tên afirandin, li ser esasê Berxwedana Mezin a Zindanê ya 1982’an hatine bidestxistin.

Gerîlayên azadiyê xeta 14’ê Tîrmehê ji xwe re bingeh digirin

PKK’ê d azanîn ku gerîlayên azadiyê îro li Zap, Avaşîn û Metînayê li ser xeta 14’ê Tîrmehê li dijî faşzma AKP-MHP’ê têdikoşin.

Her wiha da zanîn ku desthilata Tirkiyê bi êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, dixwaze li ser desthilatê bimîne û ev nirxandin kir:

“Xuya ye wê li ser axa Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrişên dagirkeriyê yên nû pêk werin.

Li hemberî vî tiştî em dibêjin divê gelê me û hêzên azadiyê yên li her qadê tedbîrên xwe zêdetir bigirin û li hemberî dijminê faşîst û qirker têkoşîna xwe xurtir bikin.

Em bawer dikin wê gel û hêzên azadiyê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hemberî êrişeke nû ya dagirker li ser Xeta 14’ê Tîrmehê wê bi xurtî li ber xwe bidin û bi ser bikevin.”

PKK’ê dawiya peyama xwe teqez kir eger êrişek li ser Bakur û Rojhilatê Sûrî pêk were wê di serî de gel û dostên Kurdan yên beşên din ên Kurdistan û Ewropayê piştgiriya berxwedana wan bikin.

Back to top button