Komelgeha Demokratîk û Azad a Rojhelatê Kurdistan (KJAR) piştgiriya xwe ji serhildana li Îran û Rojhilatê Kurdistanê re dubare kir.
Desteya Rêveber a KJAR’ê derbarê şoreşa ‘Jin jiyan azadî’ û berxwedana gel de daxuyaniyek da û got: “Ev şoreş bi dinyayê dide nîşandan ku şoreşek çiqas xwedî taybetmendiyên bîrdoziye, ewqas jî xwedî taybetmendiyên siyasî, civakî, çandî û pir rengiye.”
Her wiha KJAR’ê got: “Em di wê baweriyê de ne bi yekgirtina hêza gelan û bi taybetî jinên têkoşer wê têkoşîn hîn xurtir bibe.
KJAR’ê di dawiyê de got: “Banga me ji hemû çîn û beşên civakê, li netewa Beluç, Kurd, Ereb, Azerî, Fars û tevayî pêkhateyan ewe ku bi yekrêzî û yek dengî tevlî avakirina civaka demokratîk û azad bibin.”