KCK’ê: Ji komkujiya Bamernê dewleta Tirk û hevkarê wê PDK’ê berpirsiyar in

Komîteya Pêwendiyên Derve a KCK’ê ragihand ku dewleta Tirk û hevkarê wê PDK’ê berpirsiyarên komkujiya Bamernê ne.

Komîtê li dijî van êrişan, bang li hêzên siyasî û gelê Kurd kir da ku dengê xwe bilind bikin.

Komîteya Pêwendiyên Derve a KCK’ê têkildarî dagirkeriya Tirk û êrişên li dijî sivîlan daxuyaniyek da.

Komîtê bi taybet bal kişand ser êrişa li herêma Bamernê û got;

Dewleta Tirk 26’ê Gulanê li dijî gelê Kurd û li ser axa wî komkujiyeke din pêk anî.

Di vê êrişê de 2 ji wan zarok, 3 welatiyên me şehîd bûn.

Tevî ku ev êriş li pêş çavê herksî pêk hat, mixabin ji bilî xelkê Behdînan, ti alî nerazîbûn nîşan neda.

Berevajî, parlemento, hukûmeta Başûrê Kurdistanê û hêzên siyasî xwe li bêdengiyê danîn.

Mîna ên hatî kuştin, ne welatiyên wan bin.

Komîtê, helwesta PDK’ê ya piştî êrişê jî bi van gotinan nirxand:

Yekan ku deng jî derket tenê PDK’ê bû.

Lê ew jî ji bo bi ser sûcê dewleta Tirk de bigre, ya ji destê wê hat kir.

Ji ber pisîkolojiya hevkariya sûcên dewleta Tirk, PDK’ê hewl da komkujiya Bamernê bixe stûyê gerîlla.

Tevî ewqas dîmen û gotinên şahidan jî, PDK’ê dixwaze vê komkujiyê bike para HPG’ê.

PDK ya ku ji her alî ve tengav bûye, sûcê hevkariya xwe a li gel dagirkeran vedişêre.

Di ser de jî plan dike ku hin aliyên Kurd bike şirîkê vê siyaseta xwe.

Banga me ji bo hêzên siyasî, Wezareta Pêşmerge û gelê Başûrê Kurdistanê ew e ku li dijî hevkariya PDK’ê û dewleta Tirk dengê xwe bilind bikin.

Back to top button