Hêzên Asayîşê: Bi hinceta doza Nûra El Ehmed tevliheviyê çêdikin

Hêzên Asayîşê a Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir ku bi hinceta doza Nûra El Ehmed û keça wê nêzî sed kesî xwepêşandanek li dar xist.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Asayîşê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî bûyerê daxuyaniyek da û got:

“Îro, li bajarê Reqayê nêzî sed kesî ku ‎meqsedên wan cuda bû û kuştina jina bi navê Nûra El Ehmed û keça wê ya 8 salî kirin hincet û êrişî navenda edaletê kirin.

Mehkeme şewitandin û 30 girtiyên ku ji bo celseya xwe hatibûn, dan revandin.

Me li ser bûyerê lêpirsîn da destpêkirin ku her kesê ku destê wî di texrîbatan de hebûn tedbîrên ku tên xwastin wê di heqê wan de bên girtin.

Em bang li gelê xwe yê li Reqayê dikin ku bi edaletê bawer bin.

Her çar kesên ku destên wan di kuştinê de hebûn, hatin girtin û teslîmî edaletê jî hatine kirin.

Ji ber vê yekê gelê me divê li benda biryarê ku der heqê van kesên ku were girtin de, bimîne.

Ev koma ku tevliheviya îro derxistî li hember hêzên me bombeyên destan bi kar anîn û di encamê de 5 hevalên me birîndar bûn.

Back to top button